Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elkol mil bi milê Korona yê qurbaniyan distîne

13:47 - 16 Nîsan 2020

Hejmara kesên ku bi hegera Elkola qelp di Îranê de canê xwe ji dest danî, ji 800 kesî derbas bû.

Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Tendirustiya rejîmê ragihand ku, hejmara kesên ku bi hegera wexwarina Elkola Sene`etî di Îranê de canê xwe ji dest dane, nêzîkî 800 kesîne.

Cihanpûr ragihandiye ku egera hindê heye hejmara kesên ku bi hegera wexwarina Elkolê canê xwe ji dest didin, ji wê hindê jî zêdetir be.

Bi gotina berpirsên Zankoya Zanista Pizişkî di Îranê de, ew kesên ku Elkolê wedixon, bi meqseda xwe parastina li hember Vîrûsa Korona yê ye.

Di heyamê 2 mehên derbas bûyî de, li Îranê parek ji xelkê bi guharîna rengê Elkola Mnatol û firotina vê di cihê Elkola Atanol, bûne sedemê can ji dest dana pitir ji 800 kesî û kor bûna Hezaran kesên dinê.