Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elkolê di Îranê de canê sedan kesan jê istand

13:17 - 25 Adar 2020

Pêka amarên resmî, li meha derbasbûyî aliyê kêm 2197 kesan di Îranê de bi sebebê bikar anîna Elkolê jehrawî bûne û tendirustiya wan têkçuye, û aliyê kêm 244 kesan canê xwe ji dest dane, û hatiye ragihandin piraniya qurbaniyan ciwan bûne û jiyê wan kêmtir li 45 saliyê bûye.

Bi sedema belafbûna vîrosa korona yê di Îranê de, hinek welatiyan bi meqseda xwe parastin û paqij kirina laşê xwe hewara xwe birine ber wexiwarina Elkola sen`etî ku ev Elkola sen`etî gelek zirarê digihîne hundira mirovan, her bi vê sedemê pitir li 2000 kesan heya niha tendirustiya wan têk çuye û 244 kesan jî canê xwe ji dest dane,

Eva ji di demekê deye ku xelkê Îranê hankî bi hegera wexwarina elkolê canê xwe ji dest didin, wezareta tendirûstiya Îranê roja Sêşemî, hejmara qurbaniyên vîrosa korona yê di wî welatî de 1934 kesan ragehand.

Elkola sen`etî ku welatî bi meqseda xwe parastin ji vîrosa koronayê bikar tînin , gelek zirarê digehîne hundirê mirovan, serbarê vê yekê rejîma îslamiya îranê ji tu cure alîkariyek bo pêşîgirtin ji ve vîrosê negirtiye ber xwe ku roj bi roj hejmara qurbanî û tûşbûyan zêde dike.