
Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, xelkê wî welatî ji tirsa vîrûsa Koronayê de elkolê wedixwin, û bi wê sedemê jî roj bi roj amara jehrayîbûn û qurbaniyên elkolê zêde dibe.
Xelkê Îranê ji tirsa wê ku tûşê vîrûsa Koronayê nebin mifah ji elkulê werdigrin, bi sedema elkola sexte, heya niha sedan kesê canê xwe ji dest dane.
Di Îranê de bi sedema elkola sexte heya niha zêdetir ji 1000 kes dijejehir bûne û 200 kes jî bûne qurbanî.
Pêka nûçeyên ku hatine belavkirin, xelkê Îranê zêde mifahê ji elkula (Methanol)ê wergirtine, û pêka gotina pizîşkan, her kesek wê elkolê bixwin rastê dijejehirê dibe û ji bo dîtinê jî xirab e û wisa dike ku heta mirov rastê korbûnê jî bê, û herrwisa dikare derbê li mijî jî bide ku bibe sedema canjidestdana wan kesan.
Xelk bo mifahwergirtina serast ji elkolê bo şuştina destan û dijegemarkirinê, dibe serdana dermanxwanan bikin ku ji elkola (Ethanol)ê mifahê wergirin ku rastê elkola (Methanol)ê neyên ku tûşê jehrayîbûnê bin.