Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elkula sexte di Îranê de canê 796 kesan girtiye

12:07 - 3 Gulan 2020

Di Îranê de hin dengo hene ku, bikaranîna elkulê pêşî ji vîrûsa Koronayê digre û bandor li ser wê nexweşiyê didanê. Û her ev dengoye bûye sedema vê yekê ku hejmara canjidestdayên elkula sexte di Îranê de roj bi roj zêdetir bibe.

Roja Yekşemî 3`ê Gulanê, Serokê Orjansa parêzgeha Fars, Mihemed Cewad Muradyan, di civînekê digel Nûçegihaniya ”Mêhr” a ser bi rejîma Îranê daye zanîn ku, heya niha 866 kes bi sedema bikaranîna elkula pîşeyî serdana navendên dermanî kirine ku 756 kes di bin çavdêriya pizîşkî de ne û heya niha 101 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Heya niha di bajarê Tehranê de, bi sedema bikaranîna elkula sexte, 206 kesan canê xwe ji dest dane.

Endamê Hey`eta Zanistî ya Navenda Lêkolîna Pizîşkî ya Yasayê, Kambîz Sultanînijad, dabû zanîn ku, ji destpêka meha Reşeme heya 6`ê Banemera îsal, nêzî 4 hezar kesan bi sedema jehrayîbûna elkula sexte serdana navendên dermanî kirine, û ji wê hejmarê heya niha 796 kesan di Îranê de canê xwe ji dest dane.

Bikaranîn û xwarina elkula Mêtanol (Methanol), sergêjî, qutbûna bêhnê, zik êşî, koratî û heta sekînandina dil jî li pey xwe ve tîne.

Berpirsên pizîşkî yên rejîma Îranê dibêjin, ku di hin bajarên Îranê de, amara elkula sexte ji amara canjidestdayên Koronayê zêdetir e.