Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elliott Abrams: Amerîka dê bersiva tund bide Îranê

11:44 - 21 Çirriya paşîn 2020

Nûnerê Taybet yê Amerîka li Karûbarên Îran û Vênêzoêlayê, ragihandiye ku êrîşên Îranê û girûpên girêdayê wê, berteka ew qasî dijvar ya Amerîkayê dê lipey xwe ve bîne ku rejîma Îranê poşman bibe.

Roja Înê 20 Çirriya Paşîn, “Elliott Abrams” ragihand: “Îranê xwe li seranserê Rojhilata Navîn û dervêyî wê, mijûlê êrîş, nearamîxistin û terorizmê kiriye; Lewma pêka berjevendiya xwe hin caran digel endamên “El Qa`îde”yê, kar dike”.

Herwisa navbirî got: “Lewma di rastiyê de tiştekî ecêb nîne ku peywendiyên wan hebin û tê berçav ku Îran dixwaze alxahîn bibe ku El Qa`îde li nav naçe, ji ber wê yekê ku hejmarek ji welat û xelkên ku rastî êrîşên El Qa`îdeyê tên ew kesin ku rejîma Îranê dixwaze wan rastî êrîşan bîne”.

“Elliott Abrams” tevî hişdarîdan bi rejîma Îranê daye zanîn ku, hekî rejîma Îranê û hêzên bi nûneratî ya rejîma Îranê li deverê an her cihekî din, êrîşî li ser Amerîkayiyan bikin, ya xirabtir ji hertişteke dinê Amerîkayiyan bikujin, berteka pir dijvar ji aliyê Amerîkayê ve dê bê dan”.

Rejîma Îranê tim hewldaye ku bi rêya hêzên bi nûneratî, êrîşî li ser berjewendiyên Amerîkayê bike.