
“Elliott Abrams” hişdarî daye ku hekî rejîma Îranê mûşekên xwe yên dûrhavêj bo Vênêzoêlayê bişîne, em dê wan mûşekan biteqînin, heta hekî li nav axa Vênêzoêlayê jî debe.
Roja Duşemî, 26ê Çirriya Pêşîn, Nûnerê Amerîka li Karûbarê Îran û Vênêzoêlayê, “Elliott Abrams” ragihand: “Şandina mûşekên dûrhavêj yên Îranê bo Vênêzoêla ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin û em ne sebrê li ser dikin û ne îzna wî karî didin.
Herwisa “Elliott Abrams” ragihand: “Bona rawestandina şandina wan mûşekên dûrhavêj, em dê her karkî bikin û hekî ev mûşek di hundirê axa Vênêzoêlayê jî de bin emê dê wan biteqînin.
Elliott Abrams” tekezî kiriye ku şandina her core çekek ji Îranê bo Vênêzoêlayê, dibe sedema afirandina nearamî li Amerîkaya Latîn û devera Karaîb, bi taybet bo welatên Birêzîl, Kolombiya û Gûyan ku hevkevşenê Vênêzoêlayê ne metirsîdar e.
Rejîma Îranê bo Hûsiyên Yemenê jî mûşek şandine û rejîma Îranê bi wî karî dixwaze aloziyên zêdetir û fitneyên mezintir di cîhanê de biafirîne.