Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Em Kurd in

11:38 - 5 Adar 2019

Kurdistanmedia: Kurdên Bakûrê Kurdistanê, li dijî axavtinên faşîstî yên serkomarê Turkiyî, di rikeberiyên lîstika topa pê de, bi hevre siloganên wekî “Em Kurdin” qîriyan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  alîgêrên lîstika topa pê, li bajarê Diyarbekir a Kurdistana Bakûr, li dema birêveçûna lîstika pê de, yekdeng siloganên “Em Kurdin” qîr kirin.

Silogana “Em Kurdin” ku ji aliyî alîgêrên topa pê ya li Yarîgeha bajarê Diyarbekir  hate qîrkirin, bersiva “Receb Teyb Erdogan” bû, ku navbirî li heyama rojên borî, di bangeşeyên berbijêrên Tirkiyî de,  gotibû tişteke bi navê Kurdistan tunîne ye.

Erdogan, serokê giştî yê “AKP” ê li bajarê Artvinê gotibû,”ma li welatê me de deverek bi navê Kurdistan heye? Hûn dizanin bo niha bas ji “çarenivîsê” dikin? Di welatê me de Anadoliya Rojhilat heye,  başûrê Anadoliya heye, me behra Reş heye, me Behra Spî heye, me Anadoliya Navîn heye, me behra Îce heye, me marmara heye û 780 hezar kîlometr axa nîştiman me heye, lê eger hûn Kurdistanê dixwazin, li bakûrê Îraqê, Kurdistan heye,  herin wir, em rê nadin da ku hûn vê axê parver bikin.