
Kurdistanmedia: Saziya lêborîna navdewletî anku “Eministî” ragehand, pitirî 304 kes ji xwenîşanderan di Îranê de ji aliyê rejîma Îranê we hatine kuştin.
Di amara herî nû û dawiyê de, “Eministî” anku Saziya lêborîna navdewletî, ragehandiye: aliyê kêm 304 kes ji xwenîşanderan li Îranê de ji aliyê hêzên emnî ên rejîma îranê ve hatine kuştin, û ewajî di çarçoweya dawîn tepeseriya xwenîşanderên bajarên îranê ye.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, hêzên emnî ên rejîma îranê, hewleke tund bo ceza dana xwenîşanderan destpêkirine, û ragihandiye : heya niha 7 hizar xwenîşander û çalakvanên mafê mirov û xwendekar hatine desteserkirin.
Li pêla herî dawî ya xwenîşandnên îranê, welatyan daxwaza baştir kirina rewşa jiyana xwe û nerizayetî li henber giran kirina nirxa Benzînê rijiyane ser Kolanan, , lê di demeke kêm de, hêzên emnî bi kuştin û tepeseriyê dawî bi xwenîşandanan anîn.