Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Emîr Hatemî îdia dike ku hejmarekî zêde ji welatan li pey kirîna cebilxaneya me ne

12:48 - 20 Çirriya pêşîn 2020

Wezîrê Berevanî yê rejîma Îranê îdia dike, ku piştî bi dawîhatina dorpça cebilxaneya li ser Îranê, hejmarekî zêde ji welatan bona dabînkirina çeko û çolanên xwe li pey kirîna cebilxane ji Îranê ne, lê heya niha xuya nîne ku bilî girûpên ku rejîma Îranê çebilxane bo wan dişîne, kijan welat xwaziyarê kirîna cebilxaneya Îranê ye.

Roja Dûşemî , 19ê Çirriya Pêşîn, Wezîrê Berevanî yê rejîma Îranê, “Emîr Hatemî”, îdia kir ku piştî bi dawîhatina dorpça cebilxane ya li ser Îranê xwazyarên kirina cebilxaneya Îranê zaf in û dixwazin çek û çolên xwe bi cebilxaneya Îranê dabîn bikin, lê heya niha bilî wan girûpên ku rejîma Îranê bo wan cebilxaneyan dişîne wekî girûpên girêdayê rejîma Îranê li Sûriyê, Luban, Yemen û çend welatên din, ti welatek heya niha xwaziyarê kirina cebilxane ji rejîma Îranê nîne.

Cebilxaneya rejîma Îranê ku bo wan girûpan tê şandin ti dahatek bo rejîma Îranê tinîne û heta xercê wan cebilxaneyan ji sifreya nanê xelkê Îranê tê dabînkirin û bi tenê bi armanca birêveçûna siyasetên rejîma Îranê di wan welatan de têne şandin.

Hevdem li ser wê mijarê Berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê, “Morgan Ortagus” di daxuyaniyekî de, tevî şermezarkirina êrîşa girûpên girêdayê “Heşda Şeibî” li ser binkeya Partiya Demorat a Kurdistanê li bajarê “Bexda”ê , rahigand: “Milîsên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de, wî welatî ber bi tundûtîjiyên girûpî ve dibin”.

Herwisa “Morgan Ortagus” ragihand: “Çalakiyên milîsên girêdayê rejîma Îranê ji derveyê kontrola dewleta Îraqê bi rê ve diçin ku agirê dijatiya netewî û girûpî xweş dikin û demokrasiyê lawaz dikin”.