Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Emmanuel Macron: “Danûstandinên 5 roje ên li ser Bercamê ti encamek tine bûn”

11:49 - 4 Kanûna pêşîn 2021

Dîplomatên welatên Feranse, Alman û Birîtaniyayê ragihandine ku Îranê gelek guherîn li lihevhatinên berê de kirine.

Roja Înê 3ê Kanûna Pêşîn, Serkomarê Feransê “Emmanuel Macron” li dema serdana welatê Îmaratê de bi berçavgirtina pêşniyarên rejîma Îranê gotiye: “Danûstandinên li bajarê Viyenê ti encamek tine bûye û ti serkevtinek bi dest nehatiye.

Di wê derheqê de Cihgirê Siyasiyê Wezîrê Derve yê rejîma Îranê û berpirsê heyeta danûstankarê Îranê “Elî Baqirî Kenî” gotiye: “Me 2 pêşniyar li derheq mijara danûstandinan pêşkêşî welatên Ewropayê kiriye ku belgeya yekê li ser hilveşandina dorpêçan û belgeya 2ê li derheq çalakiyên navkiyên Îranê ye”.

Dîplomatên payebilind ên welatên Feranse, Alman û Birîtaniya ku li bajarê Viyenê de danûstandin digel rejîma Îranê kirine ragihandin: “Piştî lêkolînên hûr û bingehîn ji pêşniyarên heyeta danûstankerên Îranê, bê hêvî bûne û nigeran in”.

Pêka xalên lihevhatina Bercamê, Rejîma Îranê îzna mifahvergirtin ji santrîfiyûjên pêşkevtî tinîne û nabe Uraniyomê ji tîratiya %3.76 zêdetir bimeyînê lê rejîma Îranê heyamek zêde ye ku mifah ji santrîfiyûjên pêşkevtî verdigre û Uraniyomê heta tîratiya %60 jî dimeyîne.

Rejîma Îranê bi wan pêşniyarên xwe ku bi rohnî dizane bi ti awayek nayêne qebûlkirin, hewla qazanckirina dem bo bi pêşxistina bernameyên mûşekî û navkiya xwe dide.