
Kurdistanmedia: Serkomarê Fransayê di gotûbêjekê de ragehand ku, em dibe siyaseteke tund li dijî kiriyarên terorîstî yên komara Îslamî ya Îranê, bi sedema terorkirina dijberên xwe li derveyî wî welatî bigirine pêş.
“Emmanuel Macron”, serkomarê Fransayê roja Înê di gotûbêjekê de ragehand ku, em dibe siyaseteke tund li hemberî kiriyarên terorîstî yên Îranê bo kuştin û jinavbirina dijberên xwe li derveyî sînorên wî welatî bigirine pêş, û ji bo mînak îşare bi vê kir ku rejîm li riya kiryareke terorîstî ve roja 9`ê Pûşperê (30`ê Tîrmehê) dixwast civîneke dijberên xwe ya li bajarê “Paris”ê bike armanca kiryara terorîstî.
“Emmanuel Macron”, di berdewamiya axavitina xwe de daxwaz ji karbidestê Îranê kir ku, derheq êrîşa neserkevtiyane ya vê rejîmê, bo ser civîna salane ya dijberên xwe ya li bajarê “Paris”ê dibe bide rohn kirin, û got jî ku : Piştî vê bûyerê di heyama du caran gotûbêjan digel Hesen Rohanî de, di derheq vê bûyerê de, heya niha jî navbirî tu ronkirinek nedaye.
Serkomarê Fransayê di dawiya axavitina xwe de, tevî pêdagîrîkirina dubare ya derheq giritina pêş ya siyaseta tund li hemberî Îranê, ragehand ku, em li hemberî karbidestên Îranê de xemsariyê nakin û em vê kiryara Îranê mijareke hêsan nabînin.