Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Emraz û hewcehiyên pêşîgirtin ji vîrûsa Koronayê di nexweşxaneyên Îranê de tinînin

12:13 - 4 Adar 2020

Nexweşxaneyên Îranê, emrazên hewce bo nexweşiya Koronayê tinînin û pirsinêlên wan nexweşxaneyan di rewşeke xirab a pizîşkiyê de kar dikin û gefeke micid li ser tenduristiya wan e.

Pêka raporan, kêmbûna xizmetguzariyan di astekê de ye ku heya maskên “N95” dest nakevin û bi cihê wan bi “qumaş û Peroyan” maskan çê dikin.

Bi hegera nexweşên tûşbûyê vîrûsa Koronayê, hejmareke zaf a peresdaran, canê wan ketiye metirsiyê, lê bona wê ku qasa zêdekarî û xercê nexweşxaneyan zêde nebe, berpirs amade nînin ku bi ti awayekî di çi beşekê de hejmara peresdaran zêdetir bikin,

Di beşa qerentînê bi 7 nexweşan ve, 2 peresdar hene û bi ti awayekî nikarin karên hewce bo nexweşan bikin.

Bi hegera rewşa xirab a nexweşxaneyan, piraniya peresdaran daxwaza mirexesiyê kirine, heya ku di wê bê îmkanatiyê de tûşî nexweşiyê nebin, hemûyê we arîşane di demekê de ye, ku heqdestê 1 sal kar û 5 mehan zêdekarî a kadrên nexweşxaneyê nehatiye danê.