
Encumena Fîzîk a Îranê li derheq afirandina emraza peydakirina vîrûsan ji dûr ve ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatiye afirandin, wekî çîrokeke xeyalî nirxand.
Roja Pêncşemî, 28`ê Xakelêwe, Encumena Fîzîk a Îranê di daxuyaniyekê de, çêkirina emraza peydakirina vîrûsan ku fermadeyê Spaha Pasdaran a terorîst, Husên Selamî di programeke televîzyonî de bi fermî ragihandibû, wekî “Çîrokek Xeyalî” daye zanîn.
Di wê daxuyanê de hatiye: “Ew îdi`aye dûr ji zanistê ye ku Encumena Fîzîk a Îranê wê îdi`ayê di qata îdi`ayên nezanistî de didanê” ji ber wê yekê ku “hêj zanista mirov nikare tiştên bicûktir ji 100 metran ji dûr ve peyda û eşkere bike”.
Pasdar terorîst Selamî, di hevpeyvîna televîzyonê de bas kiribû, ku ew emraz dikare “Her vîrûsekê di heyama 5 çirkeyan de nas bike”! ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatiye çêkirin ku bi navê “Muste`an 110” hatiye navdêrkirin.
Ew emraza ku Spaha Pasdaran a terorîst çêkiriye, bûye cihê henek û pêkenîna berpirs û xelkên cîhanê.
Wezareta Derve a Amerîkayê jî li ser rûpela xwe a “Twitter”ê bi zimanê Farsî nivîsî ye: “Belkî piştî wê emrazê Spaha Pasdaran bikare emrazeke “peydakerê Cinan” jî biafirîne.