Enamê Parlemana Kurdistanê û kesayetiya berçav ê xelkê devera Hewlêrê, Hecî “Sefîn” serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.
Roja Şemî 24ê Temûzê, Enamê Parlemana Kurdistanê û kesayetiya berçav ê xelkê devera Hewlêrê, Hecî “Sefîn” serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.
Hecî Sefîn digel çend hevrêyan wî ji aliyê wefdeke PDKÎ bi berpirsayetiya Endamê Desteya Kargêrî û berpirsê Birêveberiya PDKÎ li “Cêjnîkanê”, “Kerîm Perwîzî” pêşewazî li wan hate kirin.
Di wê hevdîtinê de piştî bixlêrhatinakirin ji mêvanan, her 2 alî tevî pirozkirina jêjna Qurbanê, li derheq rewşa Kurdistanê û dawî guherînên li Îran û îraqê û rewşa hêzên Kurdan bi taybet li 2 aliyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, hizir û dîtingehên xwe dane xuya.
Di wê hevdîtinê de, tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan û hevahengbûn li ser pirsên bingehîn ên qedera welat û netewî di navbera hemû hêzên Kurdan de hate kirin.