Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enbara balafirên bêpîlot a ser bi Spaha Qudis a terorîst li Sûriyê bo bi armanc

11:06 - 10 Çirriya pêşîn 2021

Şeva derbasbûyî Artêşa Sûriyê bas ji êrîşek esmanî li nêzî bajarê “Hemis” kir û di wê êrîşê de hejmarek ji çekdar hatine kuştin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, şeva derbasbûyî Îsraîlê êrîşek esmanî kire ser binkeyek esmanî a bi navê “Tîfûr” li nêzî bajarê “Humis”ê.

Ew binkeye ya Spaha Pasdaran a terorîst e ku kar û çalakiyên berfireh tê de encam dide û heta niha ew binke çendîn caran ji aliyê Îsraîlê ve bûye bi armanc.

“Tîfûr” yek ji dêrîntirîn balafirxaneya leşkerî a Sûriyê ye ku niha beşeke herî zêde di destê Spaha Pasdaran de ye û bûye enbara balafirên bêpîlot a rejîma Îranê û cihê şandina cebilxane û mûşekan bo Lubnan û Hizbullahê.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovî a Sûriyê ragihandiye, di wê êrîşê de aliyê kêm 6 kesên leşkerî û xeyre leşkerî hatine kuştin ku tê zanîn 2 kes ji wan Îranî û ser bi Spaha Pasdaran in.

Heta niha Îsraîlê ew êrîşe nekişandiye stuyê xwe.