Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enbara cebilxaneya Îranê di Sûriyê de teqandin

12:16 - 8 Nîsan 2021

Di êrîşeke esmanî ya hêzên Îsraîl li ser çend binkeyên Îranê di derdora bajarê “Demişq”ê de, enbara cebilxaneya Îranê teqandin û pêka gotina rejîma Beşar Esed di wê erîşê de 4 leşker birîndar bûne.

Roja Çarşemî 7ê Nîsanê, Çavdêriya Mafê Mirov li Sûriyê ragihand: “Li êrîşeke esmanî ya hêzên Îsraîl li ser çendîn binke û enbarên cebilxaneya hêzên rejîma Îranê di nêzî bajarê “Demîşq”ê de, ew kirine armanc û teqandine, ji aliyeke din ve jî, ragihandinên girêdayê rejîma Sûriyê îdia kirin ku sîstema berevaniya esmanî, çend mûşekên Îsraîlî kirine arman û teqandine.

Pêka nûçegihaniya “SANA” a girêdayê rejîma “Beşar Esed”, di wê erîşa esmanî de 4 leşker birîndar bûne û hin xisarên madî jî hebûnê .

Di erîşa esmanî ya Îsraîl di 13ê “January” li ser binke û cebilxaneya hêzên girêdayê rejîma Îranê li rojhilatê Sûriyê, zêdetir ji 57 hêzên girêdayê rejîma Îranê hatibûne kuştin.

Arteşa Îsraîl di meha “December” ê de ragihandibû: “Di sala2020an de nêzî 50 armanc di Sûriyê de bombebaran kirine”.

Rejîma Îranê bi 100an milyon Dolar di her salê de alîkariya madî bi rejîma “Beşar Esed” re dide û bê pere bo wan çek û mûşekan û alavên şer û neft û benzînê dişîne.