Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enbareke cebilxaneya “Heşdê Şeibî” li Necefê bûye armanca 2 erîşên esmanî

12:55 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Binkey leşkerî ya “EI-Diyuk” a “Heşda Şeibî” li 20km bajarê “Necefê” bû armanca êrîşa 2 balafirên bêpîlot

Roja Duşemî 26ê Tîrmehê binkeya leşkerî ya “EI-Diyok” ku binkeyeke leşkerî ya “Heşda Şeibî” ye bû armanca 2 balafirên bêpîlot û Fermandeyê leşkera 2 ya “Heşdê Şeibî” li “Necef”ê gotiye: “Teqîn di enbara cebilxaneya leşkerî ya “El-Diyuk”ê bi sedema erîşa balafirên bêpîlot bû û du caran binkeya “El-Diyuk” li 20km bajarê Necefê bûye armanca wan balafirên bê pîlot.

Pêka daxuyaniya leşkera 2 a “Heşdê Şeibî” sê kes ji hêzên “Heşda Şeibî” bi sedema wê erîşê birînda bûne.

Ew erîşane hevdem digel hevdîtina “Mistefa El-kazimî” digel Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” bûye ku ew hevdîtin bo vê yekê ye ku heta dawiya sala (2021) çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê di Îraqê bi dawî bên.

Herwisa berê çavkaniyeke ewlehî ragihandibû ku çendîn teqîn di enbara cebilxaneya girûpa “Ketayîb Îmam Elî”de li bajarê “Necef”ê qewimîne.

Hêzên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de bikerên bingehîn ên êrîşkirin li ser hêzên hevpeymanan bi taybet hêzên Amerîkayê ne û ew girûpên milîs û çekdar tim ketine ber êrîşên leşkrî ên Amerîkayê û derbên gelek giran ên canî û malî bi wan ketine.