Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encama şoreş li Îranê civakek nexweş, tirsnok, bê hivî û nigeran afirandiye

11:53 - 12 Şibat 2020

Encama şoreşa sala 1357ê li Îranê, bo xelkê Îranê civakeke nexweş, pir ji tirs, bêhivî û nigeranî çêkiriye.

Komek ji çalakwanên siyasî, bi hilkevta 41`emîn salwegera şoreşa Îranê, di daxûyaniyekê, daxwaza desthilatdariyeke yasayî bo derbasbûn ji pirskirêkên mezin kirine.

Di wê daxûyaniyê de, hatiye ku, ew sistema hikûmetdariyê ku di encama şoreşê de hate serkar, karnameyeke wisa heye ku ti bergiryek jê nayê kirin û encama projeya 40 salan a wê rejîmê, çêkirina“civakeke nexweş, tirsnok, bê hivî û nigeran” bûye. 

Wan  çalakwanên siyasî, rejîma Îranê, bi sebebkarê afirandina pirskirêkên mezin û çend alî, wekî pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî û yasayî dane zanîn û tekez kirine ku çavkaniya bingehîn yên hemî pirskirêkên ev rejîme  ye.

Herwisa di wê daxûyaniyê tevî rexne girtin ji serast nebûna dezgeha dadweriyê û sepandina cizayên giran, girtin, çavedêrî û bi bidûketina cuda hizran, xwêndekaran û …. bi tirsandina çalakvanên medenî, dane xûya ku bi wê riftarê, dezgeha binav dadweriya rejîmê sebebkarê afirandina para zêdeye wan nexweşî yên nava civaka Îranê ye.