Nexwşên “MS”ê bi sedema bilindbûna nirxa derman û pêregihîştina taybet hewcehî bi alîkariyê hene lê heyamê salekê ye ku “Encumena Alîkarîdan bo Nexweşên MS”ê li parêzgeha Urmiyê, hatiye dayxistin û nexweşên “MS”ê rastî pirsgirêkan hatine.
Fermandarê bajarê Urmiyê “Resûl Muqbilî”, tevî îşarekirin bi dayxistina Encumena alîkarîdan bo nexweşên “MS”ê, ew pirsgirêk xistiye stuyê birêveberê wê encumenê û gotiye: “Heyama îzna wê encumenê salek e ku bi dawî hatiye lê birêveberê wê encumenê ti hewlek bo demdirêjkirin wê îznê nedaye lewma ew encumen salek e ku hatiye dayxistin”.
Nexweşiya “MS” bi sedema karlêkerî li ser sîstema mejî û bendê maziyepişt(Nixa`I)ê dijwariyên herî zêde bo mirovan diafirîne û eger dermanên taypet û fîziotrapiya bi wec ku nirxek bilind jî hene bo wan neyêne dabînkirinê, rastî paşhatên gelek dijwar ên wekî “şilbûn, jana gelek zêde û jikarkevtina dest, pê û beşên din ên laş” dibin.
Rejîma Îranê ti girîngiyek bo hewcehiyên nexweşên taybet wekî MS, Alzaymêr, Diyabêt û …hwd nade ku tevî destnekevtina wan dermanan nirxek gelek bilind hene û piraniya nexweşan nikarin wî pereyî dabîn bikin.