Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Cîhanî a “Qelem” daxwaza azadiya hepsiyên siyasî kir

12:30 - 29 Nîsan 2020

Encumena Cîhanî a “Qelem”, ji berpirsên rejîma Îranê dixwaze ku hepsiyên siyasî û Olî berdin.

Roja Duşemî, 27`ê Nîsanê, Encumena Cîhanî a “Qelem”, li ser rûpela xwe a “Twitter”ê daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kiriye ku hepsiyên siyasî û Olî yên di girtîgeha “Êvîn”ê de ne ji girtîgehê berdin.

Piştî belavbûna vîrûsa Korona li Îranê, Dezgeha Dad a rejîma Îranê, îdia kiribû ku bi 1000`an hepsî bi awayê demkî ji girtîhegehan berdan e.

Li ser wê mijarê, Encumena Cîhanî a “Qelem” li ser rûpela xwe a “Twitter”ê daye zanîn ku, “hejmareke zêde ji hepsiyên siyasî û Olî di pişt derên girtîgehan de mane”.

Hejmareke zaf ji girtiyên siyasî û Olî di girtîgeha “Êvîn” a bajarê Tehranê de ne.

Herewisa Encumena Cîhanî a “Qelem”, ji berpirsên rejîma Îranê daxaz kiriye ku, ew kesên ku bi sedema baskirina azad ji hizrên xwe yên aştîxwazane di girtîgehan de ne, dibe bê ti mercekê bêne berdan.

Canê piraniya hepsiyên siyasî û Olî di rewşa niha ya vîrûsa Koronayê de, li jêr gefa micid de ne.