Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Civaknasiya Îranê huşdarî daye ku krîzên Îranê dijwartir dibin

18:51 - 21 Gulan 2022

Encumena Civaknasiya Îranê bi nîşandana nîgeraniya kûr li derheq proseya reftarên nayasayî, givaş û girtina neyasayî ji aliyê rejîma Îranê ve huşdarî daye, ku ev cure kiryarane tenê rewşa welat aloztir û rexnegiranetir dike.

Di halekê de ku li 2 heftiyên derbasbûyî li bajarên cuda yên Îranê xwenîşandanên berfireh ên nerizayetiyê li derheq neşiyana berpirsan û krîzên aborî û bilindbûna serberedayî ya nirxan û siyasetên giştî yên rejîmê bi taybet bernameya aborî ya bi navê “niştegeriya aborî” bi rê ve çûne, Serkomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî li roja Şemî 21ê Gulanê gotiye ku biryar e di Îranê de em biryarên dijwar bidin”.

Rejîma Îranê dixwaze bi dengê nerizayetiyê bi bername û aliyên biyanî re girêbide û rewatiyê bi cezadanên giran ên wekî cezaya îdam û tohmeta sîxurî bo biyaniyan û serkut û kuştina xwenîşanderan û neraziyan bide.

Encumena Civaknasiya Îranê tekezî kiriye: “Têkçûna bihayên civakî û navendên yasayan, dê bibe sedema têkçûna giştî ya sîstema siyasî û civakî”.

Îbrahîm Reîsî bê berçavgirtina daxwazên xelkê, pirsgirêkan, krîzan û jidestdana rewatiya rejîmê û bê hebûna ti bernameyek serast û zanîstî îdia kiriye: “Tevî hebûna dijayetiyan ew biryar bo Îranê hewce ne û em dê wan biryaran cî bi cî bikin”!

Rejîma Îranê her dengekî nerizayetiyê bi dijwartirîn rewş û bi awayekî hovane serkut dike.