Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Edebiya Kuhsar li Selmasê hate avakirin

12:35 - 19 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Li bajarê Selmasê de bo cara Yekemîn, Encumena Edebî hate ava kirin bo çalakiyê wêjeyî ên Kurdan.

Bajarê Selmasê yêk ji bajarên ser bi Parêzgeha Urmiyê ku piraniya rûniştiyên wê Kurdin, piştî heyameke dur û rirêj û çendîn caran bi du kewtina ji daxwaza çend kes ji Edîb û Rewşenbîrên Kurd, bo ava kirina Encumenekê li pêxema çalakiyê wêjeyî û çandî, Roja pênşemiyê Fermandariya wî bajarî, îzna ava kirina Encumena Edebî ya bi navê Kuhsar da û bi beşdariya zaf rewşenbîr û berpirsên wî Bajarî merasima ava kirina vê Encumenê bi rêwe çu.

Li merasima ava kirina Encumena Edebî a Kuhsar li bajarê Selmasê, zaf kesayetî û rewşenbîr û nivîskar û hunermedên Kurd amade bûn, û hivî xwastin ku ewa bibe destpêka çalakiyên wêjeyî û rewşenbîrî û huneriye gelê kurd li bajarê Selmasê de.