
Encumena Jîngeparêzî ya Kesk a bajarê Merîwanê, di hemberî jinavbirina daristanên Merîwanê de, peyamek rû bi xelkê Kurdistanê belav kiriye û daxwaz ji civakê dike ku, hewlên bi lez bidin.
Deqa peyamê wiha ye:
Bêdengiyeke bi sam e!
Jîngeh û daristanên Merîwan carek dinê di demsala bihara îsal de ketiye ber menceke din ya kavilkariyeke berfireh a bi talanbirin û dagîrkirinê, pêka wan zaniyariyên ku ji cihên cuda yên deverên Marîwanê ve digihîje bi destê Encumena Kesk a Çîya, daristanên Merîwanê bi tûndî têne binbirkirinê û bi armanca dagîrkirin û mifaha qazanca takekesî jinav dibin.
Yekek ji hegerên bingehîn yê wê kavilkariyê, derhênana daran ji zewiyan e ku bo afirandina rezan wan daran der tînin, cihê gotinyê ku eve yek ji “Terhên Hadî” yên rejîm û navendên girêdayê rejîmê ne, çandin û berhemanîna tirî di deverên Merîwanê de bi salan e ku ber bî zêdebûnê ve diçe û di encamê de dagîrkirina samanên welat jî li pey xwe ve aniye.
Pêka raporên endam û alîgirên Encumena Kesk a Çiya, ku di ragihandinan de tê baskirin, hemû fêlên kavilkariyê û awayên cur bi cur yên birîna daristanan rohn û eşkere bûye û Encumena Kesk a Çiya hewlê dide ku wan bo xelkê eşkere bike, lê mixabin heya niha ti rêkareke wisa bona pêşîgirtin ji wê menca îxanêtê bi rê ve neçûye û bê dengiyeke bi sam a berpirsên rejîmê jî, bal bi ser wan kavilkariyan de kêşandiye û ew di bin balê xwe de veşartiye.
Encumena Kesk a Çiya di wê rewşa kavilkariyên zêde ya daristanên deverên Merîwanê de, nigeran e daxwaza hewlên bi lez ji civatgehê dike.