Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Kesk a Çiya ya Merîwanê gihîşte bajarê Luristanê

18:02 - 9 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endamên Encûmena Kesk a Çiya ya bajarê Merîwanê, gihîşte bajarê Luristanê, bo alîkarîdana xelkê zirar berketî yên wî bajarî çûn.

Endamên Kesk a Çiya ya bajarê Merîwanê, bi merema alîkarîdana bi xelkê zirarberkertî yên bajarê Luristanê, alîkariyên xelkê bo bajarê Luristanê birin û bi vî away hevxemiya xwe derheq xelkê zirarberketî nîşan dan.

Encûmena Keska Çiya a bajarê Merîwanê, piştî rabûna lehiyê, bi fermî daxwaz ji xelkê kir da ku, alîkariya xelkê zirarberketî bidin û bi hawara wan biçin.

Tevî wê ku karbidestên rejîma Îranê gef ji xelkê xwarine ku, nabe hûn bi awayekî serbixwe alîkariyan kombikin, lê, xelk bi bê guhdan bi rejîmê, alîkarî bo xelkê zirarberketî komkirine.

Encûmena Kesk a çiya, saziyeke nehikûmetiye (NGO)li bajarê Merîwanê ku, di barê jîngehparêzî de çalakî hene.

Ew saziya, govarek bi navê “Çiya” bi du zimanê Kurdî û Farsî belavdike, ku di rojên borî de, piştî rabûna lehiyê di bajarên Kurdistan de, pirraniya sazî û navendan, li bajarê Kurdistanê, nemaze bajarê Sine û Merîwanê dest avêtine bi komkirina alîkariyan bo xelkê zirarberketî, û bi hawara xelkê zirarberketî de çûn.