Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Nîştimanî ya Kurd digel nûneratiya Partiya Demokrat civiya

17:09 - 11 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Emcûmena Nîştimanî ya Kurdistana Sûriyê, serdana binkeya nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê kir.

Rêkefta 19`ê Banemera 1398`an(9`ê Gulana 2019`an), şandeke Encûmena Nîştimanî ya Kurdistana Sûriyê, bi serperestiya Nevaf Reşîd serokê nûneratiya “ENKS” serdana binkeya nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê kir,  û ji aliyê “Mihemedsalih Qadirî beripirsê pêwendiyên Kurdistanî yê PDKÎ pêşwazî ji van hate kirin.

Serokê nûneratiya Encûmena Kurd li Sûriyê, Nevaf Reşîd, tevî bilindragirtina xebata neteweyî ya Partiya Demokrat û nîşandana keyfxweşiya xwe di vê hevdîtinê de, derheq rewşa Kurd li Kurdistana Rojava û rewşa xebata vê parça Kurdistan axavt û hevdem pirsa Sûriyê û helwêsta aliyên navneteweyî û dever û dîtingeha Encûmena Nîştimanî di vê pêwendiyê de, anîne ber bas.

Di berdewamiya vê civînê de, berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yê PDKÎ, Mihemedsalih Qadirî derheq helwêst û dîtingeha aliyên navneteweyî û deverê li hemberî pirsa Kurd û rewşa Rojhilata Navîn û guherînkariyan, îşare bi siyaset û kiriyarên têkderane yên rejîma Îslamî ya Îran û Spaha Pasdaran a terorîstî ya vê rejîmê derheq dever û cîhan, bi taybet pirsa Kurd di hemû parçên Kurdistan û dawîn pêşhatên deverê kir, û herwisa helwêst û siyaseta PDKÎ derheq hemû pirsên ku hatine gorê anî ber bas.

Civîna di navbera her du aliyên Şanda Encûmena Nîştimanî ya Kurdistana Sûriyê û PDKÎ, derheq pêdagîrîkirina li ser pirensîpên navneteweyî û piştevanîkirin li xebatê di her yek ji parçên Kurdistanê de, axavtin.