Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Pîran ji bo rewşa Îranê nekarî deshilatê ji Tiramp bistîne.

12:44 - 29 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Senaya Amerîkayê li ser deshilata Serkomar ya êrîşa lidijî Îranê civîn pêk anîn û di encamê de bi piraniya dengan erê da ku serok Tiramp dikare bi bê pirsyar ji Kongirê êrişê bike ser Îranê.

Encûmena Pîran a Amerîkayê yan jî Senaya Amerîakayê, Roja derbasbûyî lihev civiyan û pirojeya pêwîstiya rêpêdana Kongrêsê bo êrîşkirina ser Îranê xiste ber dengdanê ku bi piraniya dengan ew deshilata dane Serokomar ku dikare serbixwe û bi bê pirs êrîşê bike li ser Îranê.

Senatorên Demokrat û Komarîxwaz yên Amerîkayê lihevkiribûn ku mijara sînordarkirina desthilata serokê wî welatî bo biryardana li ser êrîşa li dijî Îranê bixin ber dengdanê.

Eger vê projeya li Senayê zêdetirî ji 60 dengan bi dest anîba, Tiramp dê neçar biba ji bo êrîşkirina ser Îranê ruxsetê ji Kongrêsê vergirtba, lê niha şûnda li gorî yasayê, Tiramp dikare di hin haletan de rasterast û bi bê hebûna destûra Kongrêsê biryara êrîşkirina ser Îranê bide.

Li gorî desthilatên yasayî yên Serokê Amerîkayê, eger ku leşkerî yan binke û navendên Amerîkî li her cihekî rastî êrîşên leşkerî yên Îranê bên, Tiramp dikare desthilatên xwe bikar bîne û bêyî ku nêrîna Kongrêsê verbigre, biryara êrîşê li dijî Îranê bide.