Encumena “Keska Çiya” ya Merîwanê, bi armanca rêzgirtin ji bîr û keda “Elbhurz Zariî”, ku di wê dawiyê de bona parastina jîngehê canê xwe kiribû qurbanî rêûresmekê dê lidar bixe.
Encumena “Keska Çiya” ya bajarê Merîwanê, bi mebesta bilindragirtina bîr û keda çalakvanê jîngehparêz, “Elburz Zariî” yê xelkê bajarê “Geçsaran”ê dê rêûresmekê bi rê ve bibe.
Rêûresm dê roja Pêncşemî, 25`ê Hezîranê, demjimêr 8ê êvarê, li ser tirba 4 şehîdên Jingehparêzî yên bajarê Merîwanê, “Şerîf Bacwer, Umîd Konepoşî, Rehmet Hekîmîniya û Mihemed Pejûjî”, dê bi rê ve here.
Encumena “Keska Çiya”, di wê banghêjiyê de, daxwaz ji hemû kesî dike ku di wê rêûresmê de amade bibin û rêz ji yada cangoriyên parastina jîngehê bigrin.
Biryar e ku rêûresm bi awayê zindî li ser hesaba bikarhêneriya “Înstagram” a Encumena “Keska Çiya” belav bibe.
Çalakvanê jîngehparêz, “Elburz Zariî” di roja 30ê Cozerdana îsal di dema hewldan bo temirandina agir di devera “Geçsaran”ê de şewîtî û piştî çend rojan, bi sedema dijwarî û kûrahiya şewata laşê xwe, canê xwe ji dest da.