Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ, di bajarê Seqizê de peyamek belavkirin

16:56 - 8 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Seqizê, ji bo rêzgirtin ji xebat û canfidayiya pêşmergan ku, di meşa xebatê de rastî kêmendamiyê bûne, peyamek belavkirin.

Peyamê wiha ye:

Bi silavekî Şoreşvanî

Di roja kêmendamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, em silav û rêz ji bo hemû kêmendamên şoreşvan ên azadîxwazên netewa Kurd dişîn in, serê rêz û tewandinê li hember kêmendam û malbatên rêzdar ên wan ditewînin û di êşên wan de em xwe bi hevpar dizanin.

Em Spasiya hemû wan kesan dikin ku, bi roj û şev xizmeta şehîdên zindî yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û netewa me dikin, û erkê giran ê pêragihîştin û xizmetkirin, bi rê ve dibin.

Dujminên Hizb û netewa me, bi birîndarkirina laşê pêşmerge û têkoşerên Kurdistanê, qet nekarîne û nikarin jî îradeya polayî a wan bişkînin.

Her ji ber vê hindê, netewa Kurd û têkoşerên Kurdistanê hertim bi çavê rêz ve ji wan kesan mêze dikin, ku di pêxema mafê netewayetî û dadperwerî û azadiyê de ketine ber êrîşên dirindane yên terorîstên dagîrker ên Kurdistanê.

Kêmendam Mamostayên xweragir û devjêbernedan in

Merg û neman ji bo rejîma cinayetkar ya axûndî

Endam û alîgirên nehênî ên PDKÎ li bajarê Seqizê