Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ digel rêbaza şehîdan peyman nû kirin

11:30 - 25 Hezîran 2020

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Urmiyê û Seqizê, piştî şehîdkirina “Hidayet Ebdullahpûr” peyman digel rêbaza şehîd “Hidayet” û tev şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Peyam wiha ye:

Silav ji rûyê pak ê şehîdan ku bi xwîna xwe hezaran reng didin bi Kurdistanê

Bilindahiya bejna şehîd hindê bilindahiya bejna Kurdistanê ye

Şehîd zihatiya erdê dişkîne

Em endam û lawên “Dizeya Mirgewer” û “Girdiwan” a Mirgeera Urmiyê û yên bajarê Seqizê, îdam kirina “Hidayet Ebdullahpûr” bi destê rejîma terorîst a axûndî şermezar dikin û em xwe şerîkê xema malbata wî dizanin û em dibêjne wan ku heta dawiya jiyana xwe rêya şehîd Hidayet wunda nakin û rêya Hidayet rêya me hemûya ne; Bila rejîma tepeserkar baş bizane ku hezaran Hidayet ji dayîk dibin ku rêya azadiyê hildibjêrin.

Şehîdê nemir Dr. “Qasimlo” gotiye: “Gelê ku azadiyê bixwaze dibe nirxa wê azadiyê jî bide, ti neteweyek bi bê nirx negihîştiye azadiyê”.

Baştirîn xelata bo şehîdan berdewamiya rêya wan e

Riha wî şad û rêya wî pir rêvîng be

Endamên PDKÎ li Dizeya Mirgewer û Girdwanî a Mirgewer û yên bajarê Seqizê

4ê Pûşper a 1399an

24ê Hezîran a 2020an

Bijî PDKÎ

Bijî Pêşmerge

Serkeve Rasan

Serketin bo pêşmerge û Kurdistan

Merg û neman bo caş û neyarên Kurdistanê