
Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di gundê “Gabazele” yê ser bi devera Şarwêrana Mihabadê de bi hilkefta salvegera damezarana PDKÎ peyamek belav kirin û soza xwe nû kirin ku heta dawiyê domderê rêbaz rêrevên Gelawêjê bin.
Deqa peyamê wiha ye:
Silaweke gerim bi kelatiya roja Gelawêjê
Şemala 76 saliya temenê pir ji şanaziya PDKÎ di demekê de hil dikin ku Rojhilata Navîn û bi taybet Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji guherbarî û gorankariyan tejî bûye, hêvîdarîn ku odeya hizriya PDKÎ ew qas bihêz be ku bikare mifahê ji wan gorankariyan werbigre.
Bi hilkefta hatina 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina PDKÎ pîrozbahiyê li tev Kadir, Pêşmerge, Endam, malbatên serbilindên şehîdan, girtiyên siyasî û hemû xelkê Kurdistanê dikin û digel dilop dilop xwîna şehîdan soza xwe nû dikin ku heta dawiyê domderê rêbaza rêrevên Gelawêjê bin.
Endamên nihênî yên PDKÎ li gundê “Gabazele”yê ser bi dever Şarwêran a Mihabadê.