Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ li "Dize ya Mirgewer" peyamek belav kirin

13:46 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endamên Hizba Demokrat, li devera "Dize ya Mirgewer" a girêdayî bajarê Urmiyê, peyamek bi bona 30`emîn salroja terorkirina Dr. Qasimlo, rêberê nemir ê gelê Kurd, belav kirin.

Peyam wiha ye:

Silavike hezkirî bo rêberê mezin ê me duktor Ebdulrehman Qasimloyê nemir, ku dojmin wisa dizanîn bi terorkirina wî, gelê mafxwaz ê Kurd ji nav diçe, nedizanîn ku siyaset û bîr û ramanên rêberê me, wisa ji mafxwazê Kurd re kiriye ku tu demê bi çok neyê û hertim dojmin dişkîne.

Em ciwanên "Dize ya Mirgewer", wekî hertim, dujminê gelê Kurd, rejîma Îranê, ku hertim wisa dizane bi terorkirin karê xwe bo pêşve dibe, şermezar dikin.

Piştî derbasbûna 30 sal li ser terorkirina duktorî hertim zîndî yê me, hêşta jî rêbaz û bîr û ramanên wî di nav gelê me de zîndîye û eve jî bûye sedema zîndî bûna navê wî bo herdemî.

Bila dujminê gelê Kurd baş bizanin ku gelê Kurd, hêviyeke nû bi navê Rasan di mêjiyê wan de heye, ku rûnahîyê dide bi gelê Rojhilatê, ku heya bidestanîna mafên rewa yê xwe ku azadiye, dest ji tekoşîn bernadin.

Gelê Rojhilat gelek bi başî li gotina Dr. Qasimlo ku gotiye: "Neteweya ku azadiyê bixwaze dibe nirxa wê azadiyê jî bide", tê gihîştine û heya gihîştin bi azadî jî amadeyê her cure nirxek wekî ewa ku berê dane bidin.

Serketin bo pêşmerge û Kurdistanê, merg û neman bo caş û neyarên Kurdistanê

Endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera Dize ya Mirgewer

20`ê Pûşpera 1398`an