Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ li Mehabadê serdana tirbên şehîdan kirin

16:30 - 4 Nîsan 2019

Kurdistanmedia : Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Mehabadê, bi armanca peyman nûkirina digel rêbaza şehîdên Kurdistanê serdana tirbê şehîdan kirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî û Çarşemî 13 û 14`ê Xakelêweyê, desteyek endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya  bilind ragirtina 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdên Kurdistanê, û herwisa bi merema nûkirina peymana xwe digel rêbaza şehîdan, serdana guristana “Şebek” a ku di navbera gundên wekî, “Xorxore, Gapîs û Qeredax” hilketiye kirin û herwisa guristana “Serê Baxçe” ku li gundê Girdyaqubê hiketiye kirin.

Endamên hizbê di vê bîranînê de, serdana tirbên şehîdan kirin û bi danîna gol û cemedaniyan, li ser terbên şehîdan, ev salroj  bilindragirtin û digel rêbaza pîroz a van peymana xwe nûkirin, û herwisa soz dan heya bi cih hatina armancên şehîdan riya van wê berdewam bikin.

Silav li şehîdên rêber û hemû şehîdên sorxelat ên gel û nîştiman!

Hezar silav li riha pak a van!

Hezaran silav li dayîkên nîştiman ku, lawên xwe dibexşin bi baregeha azadiyê s Kurd û Kurdistanê!

Bilind û pîroz be, nav û bîranîn û rêbaza van!

Berdewam be riya tijî li şanazî û serbilindî a van!

Endam û alîgirên PDKÎ li devera Şarwêran a girêdaiy Mehabadê!