Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDKÎ li Merîwanê çalakiya teblîxî lidar xistin

17:49 - 19 Çirriya paşîn 2021

Roja Pêncşemî 18ê Çiriya Paşîn(27ê Xezelwer), endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Tengîser”ê girêdayê bajarê Sineyê bo rêzgirtin li şehîdên serkuta xwînavî ya xezelwera sala 1389an a Rojî li bajarê “Merîwan”ê, çalakiya teblîxî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de xortên Demokrat, serdana tirba şehîdên meha Xezelwerê li bajarê Merîwanê kirin û bîr û yada wan şehîdan bi bilind ragirtin.

Di 24ê meha Xezelwera sala 1398an a Rojî de, piştî bilindkirina nirxa benzênê ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve, xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo nîşandana nerizayetiya xwe, hatine ser şeqaman û rastî reftarên tundûtîj û hovaneyên hêzên rejîma Îranê hatin û zêdetir li hezar û 500 kes bi sedema teqeyên rasterast ên hêzên rejîma serkutkera Îranê, canê xwe ji dest dan.