
Kurdistanmedia: Xebatkarên Demokrat di Kurdistana Rojhilat de, bi berdewamî peymana emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû dikin, û çalakiyên taybet yên teblîxî bi rê ve dibin.
Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat di gund û bajarên Kurdistanê de, bi encamdana çalakiyên tebilîxî yên taybet peymana emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdên Kurd û Kurdistanê nû dikin.
Her di vê derheqê de endam û alîgirên PDKÎ, di deverên Mirgewer û Tirgewer yên girêdayî bajarê Urmiyê, bi encamadan çalakiyên tebilîxî derheqê domandina rêbaza şehîdên Kurdistanê, peymana emegnasiya xwe nû kirin, ku heta bidestveanîna armancên şehîdên Kurdistanê riya van didomînin.
Herwisa endam û alîgirên PDKÎ pêdagîrî jî kirine ku, em peymanê digel “Mekteba Pêşewa” nû dikin, û mizginiyê didin xebatkarên xwe, ku bi gaveke bikiryar piştevaniya xebata hêza “Pêşmergên Kurdistanê” bikin.