Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û dilsozên PDKÎ hevxemiya xwe digel hizbê nîşan dan

13:31 - 9 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Bilî ji pêwendiyên telefonî,  yên berdewamyên  dilsoz û xemxwarên Kurdistanê digel hizbê, endam û alîgirên rêbaza Demokrat jî bi şandina peyamên hevxemî yên xwe derheq şehîdbûn û birîndarbûna desteyek ji pêşmergeyên hizbê nîşan da.

Beşek ji van peyaman wiha ne:

Peyama teşkîlata veşartî(rêkxistinî) a PDKÎ li bajarê Merîwan

Baştirîn xelat ji bo şehîdan berdewamkirina riya wan e (şehîd Qasimlû)

Tevgera rizgarîxwazî a Kurdistana Rojhilat li ser bingehên gellek ji xalên mirovî û pêşketîxwazane di dirjahiya dîroka xwe de hilgirê çend peyaman bûye; Yekem xebatkirin li pêxema azadî û dadperwerî a mafê netewayetî û duyem fîdakarî û xwe gorîkirina baştirîn ciwanan li pêxema vê de.

Partiya Demokrat wekî bingeha daxwaziyên neteweyan, di dirêjahiya temenê xwe de, armancên desthilat a Îranê bûye û di vê pêxemê de jî, nirxeke zêde daye.

Çalakiyên niha yên xebata Kurdistana Rojhilat li jêr bandora guherînkariyên jê`opilotîk û parsenga hêz û rewşa navxweyî a hêzên serekî yên tevgera Kurdayetî vê yekê dixwaze ku guherînkariyên micid û bingehîn di rêngê xebat û reftra partiyên siyasî de bên encam dan.

çavlêkirina  bi exmûnên tevgera Kurd , digel sîstema komara îdamê  ya Îslamî bi vê armancê dighîjine ku ev rejîma tenê zimanê tundûtîj nas dike û her cure hincetik di asta stratîjiya serkutkirina vê de tenê xesarên mirovî zêde dike û hatina xwarê a morala xelkê û bê hêvîbûna civaka Kurdistana Rojhilat li pey hedibe, her bi vê sedemê ye jî gellek hewceye li jêr sîbera bihêybet a “Rasan” û li pêxema stratîjiya  çiya û bajar de hêza mezin a Demokrat li herêmeke baştir û ewlehîtir bizivre bo jîngeha siyasî û pêşmergane ya xwe û fezayekê vekirîtir çê bike.

Em wekî rêkxistina (teşkîlat) a veşartî a PDKÎ li bajarê Merîwanê tevî nîşandana hevxemiya xwe bo şehîd û birîndarbûna desteyek ji endamên malbatên mezin yên Demokrat, hewce zanî ku ev  karesate xalek be, ji bo hemû partiyên siyasî û bibe ezmonek bo guherînkarî di taktîkên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” de.

Endam û alîgirên Hizbê yên li bajarê Merîwanê

  Lêpirsyarê Giştî rêzdar “Mistefa Hicrî”

Endam, kadr û pêşmergeyên hezkirî

Her wekî ku hatine agehdar kirin, sibezoya roja 17`ê Xermananê, top û mûşekên keb û kîn yên dijminê xwînmij û darvekirinê binkeyên Demokratê li nav cergê Herêma Kurdistanê kire armanc, ku xem û kesereke zêde, şehîd û birîndarbûna çend hewrê û xebatkarên gelê me lê pey xwe hebûye.

Ev kiryara qirêj û cemawerî û dîktatoriya Îranê yekem car nine û dawîn car jî nabe, her bi vê sedemê ye jî wekî endamên (rêkxistinî) veşartî yên PDKÎ amadebûna xwe bo her cure pîlanek ji bo tolvekirina şehîdên xwe nîşan didin û bi rih û can amadebaşiya tewaw  de ne.

Her wir jî sersaxiyê dibêjin malbatên şehîd û malbata Demokrat a mezin, hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin, û destê birayetiya digiyêşînin.

Bilind û pîroz be bîr û yada şehîdan

Rih van şad be, rê û rêbaza van berdewam be

Endamên teşkîlata (rêkxistna)veşartî a PDKÎ li bajarê Bane

18`ê Xermanana 2018`an

Vê carê jî destê çepilêdana terorê li cemaranê  tijî diçe,bi rengekî hovane Kurdistan kire armanc; Wekî Pîşe di dîroka xwe de, dest daye bi reşkûjî û terorê, vê carê jî Koye û Demokrat a serbilind kire armanc, û careke din dilê hezarbîrîndar yê me birîndar kir; Desteyek li baştirîn kesên me ji me standin û em xembar kirin.

Esmanê Kurdistanê xwîn lê dibare axê bi çi tawanekê, tenê bi tawana Kurd bûnê? Her wir bi dil û dilekî tijî ji axûdax yê xwe sersaxiyê dibêjine  malbatên şehîdên nû yên me û xwe şirîkê vê xema van dizanin û careke din soz  û peymana xwe digel wan nû dikin, heta çiyên Kurdistanê wisa bejin bilind û xweragir bin, û em jî wekî xelkê “Nyerê”a  cihê Demokratê û emegdarê rêbaza  “Qazî” û “Qasimlo” û “Şerefkenkî” û “Demokrat” dibin.

Hewce dizanin ku her wir, sersaxiyê bêjine malbatên “Husên Penahî” û “Muradî”,  û xwe şirîkê vê xema wan dizanin.

Ji aliyê xelkê “Nyer” a hemêşe Demokrat ve