Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û pêşmergê kevnar yê PDKÎ, Mela “Ferîq Sofî” koça dawiyê kir

17:01 - 4 Çirriya pêşîn 2020

Roja Şemî, 3ê Çirriya Pêşîn, endamê PDKÎ, Mela “Ferîq Sofî”, xelkê gundê “Şêx Mezarî” ya devera “Geliyê Berandêzê” a girêdayê bajarê Urmiyê, bi sedema nexweşiyê di gundê “Topizava” a girêdayê bajarê Hewlêrê de koça dawiyê kir.

Mela Ferîq, xwendekarekî Olî di Hocreyên devera Urmiyê de bû û dema ku şoreşa gelê Kurd dest pêkir, dest ji xendinê berda.

Mela Ferîq wekî her ciwanekî Kurd di wê dema Kurdistanê de PDKÎ nas kir û çeka bi şan û şerf a pêşmergatiyê bona berevanî ji kiramet û azadiya gelê xwe hilgirt û bi cangorî û fîdakariyê xebat bi dîjî dagîrkerên Kurdistanê kir.

Mela Ferîq di sala 1360an de, li êrîşa dujmin li ser çiyayê binavûbang ya “Sîr”ê de qehremaniyên bê mînak kiribûn û dujmin tûşî derb û xisarên giran bibû.

Di şerê “çiyayê Sîr”ê de birîndar bibû, lê piştî başbûna birînan, careke din pêşmergatiya xwe berdewam kir û heta sala 1364an her pêşmerge bû.

Mela ferîq di piraniya çalakiyên Hêza Pêşmerge de beşdarî dikir û tim di xizmeta PDKÎyê de bû.

Mela Ferîq  heyamekê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û hatibû îşkence kirin, lê ti zaniyariyek nedabû dujmin, piştre ew ji girtîgehê berdabûn.

Mela Ferîq di sala 1377an de bi sedema givaşên ji ast derketî yên rejîma Îranê, bi neçarî warê xwe bi cih hişt û rû ji Başûrê Kurdistanê kir.

Navbirî di Rêkxistaina Eşkere ya PDKÎyê de hate rêkxistin û wekî endamekî dilsoz û emegdarê rêbaza Demokrat ma.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dide malbat, xizim û kesên Mela Ferîq û xwe bi şirîkê xema wan dizane.