Endamê PDKÎ “Elî Kerîmî” xelkê gundê “Ewêheng”ê girêdayê bajarê Sinê bi sedema nexweşiyê di temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Elî Kerîmî” piştî şoreşa gelan di Îranê de û ragihandina xebata aşkiraya PDKÎ, tevlî refên hêza Pêşmergê Kurdistanê bû.
Navbirî li sala 1361an a Rojî de li ser îzna PDKÎyê zivirûbû navxweyê welat û wekî endamê nihênî dest bi xebat û çalakiyên xwe kiribû.
Xwedêjêrazî “Elî Kerîmî” bi sedema xebat û çalakiyên wî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bi dijwartirîn rewşê hatibû îşkencekirin.
“Elî Kerîmî” heta dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza PDKÎ û gelê xwe mabû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xema wan dizane.