Kurdistanmedia: Parek ji endamên PDKÎ li devera Lacan a ser bi bajarê Pîranşehrê, bi hilkefta 26`ê Sermawezê roja Pêşmergên Kurdistanê, di peyamekê de peymana domdariya xebatê nû kirin.
Di destpêka peyama edamên hizbê de wiha hatiye: “Sond bi xwîna Şehîdan, bi axa pîroz a Kurdistanê, bi Alaya pîroz a Kurdistanê, heta bidestvehatina arimancên bilind ên Şehîdan, em dest ji xebatê bernadin.”
26`ê Sermawezê li hemû pêşmergên qehreman, Kadr û Fermanderên mêrxwas, malbatên serbilind ên Şehîdan, hepsiyê xweragir ên siyasî, pîroz dikin.
Em Endamên Hizba Demokrat li bajarê Pîranşehrê û devera Lacanê di vê rojê de, soz û peymanê digel xwîna hemû şehîdan nû dikin, ku heta ser dirêjîderê rêbaza wan bin, û em hivîdarin ku eve dawî cejn be ku em bi awayê nehênî kar bikin û di 26`ê Sermawez a bê de em li Rojhilateke azad, wê cejnê pîroz bikin.
Endamên PDKÎ li dawiya peyama xwe de caş û kirêgirtî haydar kirine ku hindî zû ye bila bizavirne himbêza gel, heta ku çareniwîya wan û malbatên wan reş nebebe û nekevine ber dadgeh û cezaya gel.
Bijî PDKÎ
Bijî pêşmerge
Serkevtin bo Kurd û Kurdistanê
Endamên Rêxistina nehênî ya PDKÎ li Pîranşehr û devera Lacanê