Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamek dêrîn ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê koça dawîyê kir

12:23 - 6 Nîsan 2021

Endamekî kevnar û alîkarê Hêza Pêşmergê Kurdistanê, li Urmiyê koça dawî kir.

Roja 5`ê Nîsana 2021`an, endamekî dêrîn ê PDKÎ yê bi navê Gemîçî Kûhî, ku bi navê “Gemo” dihate naskirin, kurê Ehmed û xelkê gundê Kerîkan ê ser bi devera Şipîran a girêdayê bajarê Selmasê, bi sedema nesaxiyê li yek ji nexweşxanên bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.

Gemîçî, dost û alîkarekî dilsoz ê PDKÎ û bi taybetî yê hêz û pêşmergên herêma Selmasê bû.

Xwedîjêrazî kesayetiyekî naskirî û cihê hitbara hemû xelkê devera Şipîran û Selmasê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedîjêrazî û hemî xelkê herêma Şipîranê û xwe şerîkê xem û nerehetiya wan dizane.