Vehab Feramerziyan wezîfedarek din yê Yekîneya Esmanî yê Spaha Pasdaran hat kuştin.
Roja Pênçşemî 16`ê Hezîranê Vehab Feramerziyan endamek din yê Yekîneya Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Meraxê hat kuştin û heta niha Spaha Pasdaran ti şirovek di vê derheqê de nedaye.
Kuştina wî endamê Yekîneya Spaha Pasdaran a terorîst di demekê ye ku, li 12`ê Hezîranê de jî di heyam 24 demjmêran de, Mihemed Ebdus li bajarê Siminanê û Elî Kemanî li bajarê Xumeyîn ku, wezîfedarên Yekîneya Esmanî yên Spaha Pasdaran bûn hatibûn kuştin.
Heta niha çendîn wezîfedarên Yekîneya Spaha Pasdaran a terorîst di navendên cuda yên rejîma zêdexwaz de bi şêweyên biguman hatine kuştin, lê wê saziya terorîstî ti bersivek wisa di vê derheqê de nedaye.