Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamek Hizbê li gundê “Delo” koça dawiyê kir

11:51 - 7 Şibat 2022

Roja Duşemî 18`ê Befranbarê, “Eyûb Şimşîrî” endamê Hizba Demokrat û xelkê gundê “Delo” yê ser bi bajarê “Urmiyê” bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

“Eyûb” li sala 1342an li malbatek zehmetkêş û nîştimanperwe ji dayîk bibû.

Xwedêjêrazî piştî şoreşa gelan di Îranê de û ragihandina xebata eşkire ya Hizbê tevlî karwana xebatê bibû û çeka bergirî ji maf û kerameta gelê Kurd avêtibû milê xwe.

Piştire “Eyûb” li beşa rêkxistina Hizbê li nava yek ji şaneyên Hizbê di gundê “Delo” de hatibû rêkxistinkirin.

Xwedêjêrazî “Eyûb” yek ji endamên herî çalak û dilsoz ê Hizbê bû û hemû erkên Hizbî bi başî bi rê ve dibir û heta dawiya jiyana xwe bi rê û rêbaza şehîdan wefadar ma.

Yek ji hêviyên “Eyûb Şimşîrî” eva bû ku zarokên wî bi rê û rêbaza wî wefadar bin.

Termê xwedêjêrazî di nava girseya wî de bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kes û karên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wam dizane.