
Kurdistanmedia: Endameke dilsoz ya PDKÎ li bajarê Pîranşarê çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 9`ê Sermaweza 1397`an, xwedêjêrazî Xedîce Resûlî Golfet, xelka gundê Qebra Hisên a girêdayî bajarê Pîranşarê çû ber dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî Xedîce, endameke dilsoz ya PDKÎ bû, û ev jina xebatkar bo çend caran pîlanên qirêj û bosyeyên dijmin dabûne eşkerekirin û pêşmerge ji wan pîlanên qirêj yên rejîmê rizgar kiribûn.
Navbirî heya dawya jiyana xwe emegdarê rêbaza Demokrat ma, û termê wê di nav girseya xelkê deverê bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê wê xema van dizane.