Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî dilsoz yê PDKÎ çû ber dilovaniya xwe

17:11 - 26 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Endamekî dilsoz yê PDKÎ çû ber rehmetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 6`ê Reşemeha 1397`an (25`Şibata 2019`an), endamekî dilsoz yê PDKÎ yê bi navê “Mam Kerîm Semîmî” naskirî bi “ Kerîme Şel” xelkê bajarê Pîranşar, çû ber rehmetê.

  Xwedêjêrazî berê di nav refên pêşmergeyên PDKÎ de, xizmet bi gel û nîştiman dikir, û piştre bi sedema rewşa hejarî û destengî a  malbat û zarokên xwe, neçar ma vegere bo navxweyî welat.

Xwedêjêrazî piştî vegeriyana bo navxweyî welat, heya dawiya jiyana xwe, emegdarê rêbaza şehîdan û PDKÎ bû, û herwisa hevkar û hevrayî pêşmergeyan bû, û heya dawîn bîstên jiyana xwe emegdarê rêbaza PDKÎ bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.