
Kurdistanmedia: “Şerîf Bacwer” endamkî dilsoz yê PDKÎ di dema vemramdina agirê daristanên bajarê Merîwanê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, îro Şemî rêkefta 3`ê Xermanana 1397`an, (25`ê Tebaxê) 4 çalakvanên jîngehparêziyê , yên xelkê bajarê Merîwanê yên bi navê “Şerîf Bacwer”, “Omîd Konepûşî”, Rehmet Hekîmniya” û “Mihemed Pejohî” di dema vemrandina agirê daristanên Merîwanê de canê xwe ji dest dan.
Her di vê pêwendiyê de jî, hevdem 6 kesên din bi dijwarî birîndar bûne û ev ji bo çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Bo Elî” a bajarê Merîwanê hatine veguhastine.
Çavkaniyên xwecihî bas ji vê dikin ku, daristanên bajarê Merîvanê, bi sedema topbaranên Spah a Pasdarana terorîst tûşî agirgirtinê bûye.
“Şerîf Bacwer” endamê PDKÎ bû, kurê “Bayezîd û menîje” di sala 1350`î de li malbateke şoreşger li bajarê Merîwanê jidayîk bûye, pilên dersxwendinê heya wergirtina bawerînameya dîplomê tewaw vergirtibû, û navbirî her di qonaxa dûvanavendî de wekî dersxwendekî bivêr û çavnetirs, dijî dezgehên ser bi wezareta îtila`atê bi taybet beşa hirasetê li xwendingehê û digel çend dersxwenên din dest bi pûçkirina siyaset û pîlanên rejîma Îslamî a Îranê dabûn.
Her bi vê sedemê jî çendîn caran gefên derkirin ji van ji xwendingehê hatibû xwarin, di dawîn demê de jî “Şerîf” biryar dide ku bibe pêşmerge û her bi vê meremê jî li destpêka dehkên 70`î de digel PDKÎ pêwendî digire û dibe bi pêşmerge, lê bi sedema hejarî û destengiya malbatê û bitemenbûna bavê wî, û herwisa bi hevahengiya digel hizbê dizivire bo navxweyî welat, di heyameke kêm de piştî zivirînê, pêwnedî digel şana rêkxistinê(teşkîlat) digire, û dibe bi endamê çalak yê şana xwe, û navbirî heyanî vê dema ku derfet hebû di karê rêkxistinî (teşkîlatî) û karûbarên jîngehparêzî de çalakî ecam didan.
Navbirî dîsan emegdarê rêbaza siyasî ya xwe û heyanî dawîn dema jiyana xwe jî ev edeta hiştibû,”Şerîf Bacwer” bi sedema helwêstên mirovdostî û nîştimanîperwerî ve, çendîn caran rastî destbiserkirin û lêpirsîn û girtîgehê hatibû, ji bo heyamên demdirêj di girtîgehên wezareta îtila`atê de mabû, û soz û qewl jê vergirtibûn, lê ev tu demî dev ji çalakiyên neteweyî yên xwe ber neda.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî nerhebûna xwe ji ber can ji dest dana van çar çalakvanên jîngehparêziyê, bi taybet “Şerîf Bacwer” di vê bûyera dilgiran de, sersaxî dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbiriyan û xelkê nîştimanperwer yê bajarê Merîwanê, û xwe şirîkê vê xema van dizane.