Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî din yê Sipaha pasdaran di Îraqê de hat kuştin

16:05 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endamekî din yên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê ku ji aliyê vê rejîmê ve bo Îraqê hatibû rêkirin û di şer û pevçûna vî welatî de hat kuştin.

Nûçegihanên rejîma bilavkirin, di roja Şemî 5’ê Tîrmeha 2014’an de, endamekî din yê Sipaha Psadaran bi navê “Kemal Şîrxanî” di şer û aloziyên Îraqê de di bajarê “Samêra”ê de hat kuştin.

Piştî “Elî Meşcerî” endamê yegana taybet a Sabirîn, “Şucaet Elemdarî Murcanî” balafirvanê hêza esmanî a rejîm, ewa sêyemîn endamê Sipaha Psdaran a rejîma Îslamî a Îranê ye ku di nav şer û pevçûna Îraqê de tê kuştin.

Di wê pêwendiyê de nûçegihaniya Mêhr bilav kir, ku hemwelatiyekî bi regez Pakistanî rûniştiyê bajarê Qom bi navê “Cawîd Husên” di bajarê Samra li welatê Îraqê de hat kuştin.

Li gor raporan di çend mehên derbasbûyî de rejîma Îslamî a Îranê, hemwelatiyên Efxanî û Pakistanî bi kirê digre û bi armanca piştîwanî ji rejîma Beşar Esed û dewleta Şî’e a Îraqê bo Sûriyê û Îraqê dirêke, û di wê pêwendiyê de bervara 3’ê Tîrmeha 2014’an, sê hemwelatiyên Efxanî rûnştiyên bajarê Meşhedê di şerê Sûriyê de hatin kuştin.

Ew kesane di çarçoweya girupên leşkerî ên Sipaha Pasdaran û Hizbeulaha Lubnanê di bin navê “Parêzvanên Herema Zeyîneb” û “Berewanî ji cihên mezhebî ên Olzaya Şî’e” di nav axa Sûriyê û Îraqê de şer dikin.

Di wê pêwendiyê de bervara 2’ê Tebaxa 2013’an, endamekî din yê Sipaha pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê bi navê “Riza Karger Berzî” şan bi şanê hêzên rejîma Esed û opozîsyona wê rejîmê hat kuştin.