Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî emegdare PDKÎ li Urmiyê koça dawî kir

13:12 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endamekî bi wefaye PDKÎ bi navê Zulfelî Ferecî xelkê Bend a Urmiyê koça dawiyê kir.

Roja 18 ê Tîrmeha 2020 an Zulfelî Ferecî bi hegera nexweşiyê li bajarê urmiyê koça dawiyê kir.

Zulfelî Ferecî her di destpêka şoreşa gelên Îranê û bi taybetî piştî xebata eşkereye PDKÎ, li Rojhilatê Kurdistanê, wî jî weke zaf kesên dinê, tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bû û çeka parêzvanî ji Kurd û Kurdistanê havête milê xwe, û di hêza wî çaxiye Şehîd Niho de hate sazimandanê.

Di dawiya sala 1361 bi hegera pirskirêka malbatî û hebûna çendîn Zarokan li ser îzna Hizbê vêgeriya mala xwe,lê tu caran peywendiya xwe di gel Hizbê qut nekir û weke endamekî emegdar ma, û tîmên rêkxistina nava bajar pêk anîn û amade bû bona encam dana her erkekî Hizbî.

Zulfelî Ferecî di nava xelkê Gundê Bendê û herêmên Mirgever û Tirgever de xwediyê hitbar û xoşwaniyekî taybet bû.

Birazî yekî wî bi navê Emîr Ferecî di sala 13160 ê bi sûçê endametiya PDKÎ , ji aliyê rejîma dijî mirove Îranê ve hate destbiser kirin û di gel 5 kesên dinê di hemen salê de, hate sêdaredanê.

Zulfelî heya dawiya jiyana xwe wefadarê rêbaza Demokrat ma.

Hizba demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê Zulfelî Ferecî dike û xwe şirîkê xema wan dizane.