Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Girûpa Yorûm bi sedema girevgirtina birçîbûnê canê xwe ji dest da

11:48 - 8 Gulan 2020

Endamê koma mûzîk ê girûpa Yorûm, Îbrahîm Gokçek, ku ji ber konserên wan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibûn qedexekirin dest avêtibû bi gireva birçîbûnê û nêzî 322 rojan ji ser girev birçîbûna wî re, di dawiyê de li yek ji nexweşxaneyên bajarê Stenbolê de koça dawî kir.

Îbrahîm Gokçek di roja 5`ê Gulana 2020`an, navber dabû girev girtina xwe û bo nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê hatibû veguhestin.

Girûp Yorûm roja Pêncşemî, 7`ê Gulanê li ser hesaba xwe ya “Twitter”ê ragihand, ku Îbrahîm Gokçek di nexweşxaneyê de koça dawî kiriye.

Di heyama çend roj beriya niha jî, Hêlîn Bolek yek ji endama girûpa Yorûm, li roja 3`ê Nîsanê, piştî 288`emîn roj li ser girevgirtina birçîbûnê, koça dawî kiribû.

Endamên Girûp Yorûmê, Hêlin Bolek û Îbrahîm Gokçek, ji bo qedexeyên ser konserên wan bên rakirin û hevalên wan ji lîsteyên reş bên derxistin û givaşên li ser Navenda Kulturî ya Îdilê bidawî bibin, dest avêtibûn bi girevgirtina birçîbûnê.

Girûpa Yorûmê, li sala 1985`an dest avêtibû bi çalakiyên xwe.

Ew girûpe piştî 30 sal çalakakîkirin û tomarkirina 30 albûman, di dawiyê de ji sala 2015`an çalakiyên wan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hate qedexekirin û hêzên hikûmeta Tirkiyê dest avêt bi binçavkirina hin endamên wê girûpê.