Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizbê li gundê Tengîserê koça dawî kir

12:44 - 23 Adar 2022

“Muzefer Altunî” xelkê gundê Tengîser yê ser bi devera Jawero û endamê PDKÎ bi sedema celteya dil li rêkevta 26`ê Reşemeyê li temenê 73 saliyê li nexweşxaneya “Tewhîd” a bajarê Sineyê de koça dawî kir.

Xwedêjêrazî jidayîkbûyê 1`ê Cozerdana 1327`ê ya Rojî li gundê Tengîserê ye.

Xwedêjêrazî endamek zîrek û bi emeg yê Hizbê bû û çendîn caran jî, ji aliyê Îtilaata rejîmê ve hatibû îşkencedan; Navbirî li sala 1367`ê ya Rojî, ji aliyê Îtilaatê ve bo heyama 5 mehan hate girtin û di vê heyamê de, di bin îşkence û azara hêzên Îtilaata rejîmê de bû.

Cihê behskirinê ye ku mala Xwedêjêrazî “Muzefer”, hertimî cihê bêhnwedana pêşmergan bû û navê du zarokên Xwedêjêrazî jî, ji aliyê pêşmergan ve hatiye danîn.

Termê Xwedêjêrazî di nav girseya xelkê navçeyê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.