Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî kevnar ê PDKÎ li bajarê Şinoyê koça dawiyê kir

18:29 - 22 Gulan 2021

Şeva Înê 21ê Gulanê, mela “Ismaîl Mêhfer”, kurê “Xurşîd” û birayê şehîd “Luqman Mêhfer”, xelkê gundê Mela Îsa” li devera “Deştebêl”a girêdayê bajarê “Şino”yê li temenê 81 saliyê de bi sedema nexweşiyê, koça dawî kir.

Mela “Ismaîl Mêhfer” kesekî xweşnav û cihê baweriya xelkê devera “Deştebêl”ê bû; Hevdem yek ji têkoşerên nihênî yê xebata çekdaraneya PDKÎ li salên 46 û 47an de bû û pêwendiya rasterast digel şehîd “Niho” û şehîd “Mela Kerîm Dadîlî” hebû û di wê serdemê de hevkar û piştewaniya şoreş û tevgerê kiribû.

Li serhildana gelên Îranê li sala 1357an de, bi awayê nihênî tekoşîna xwe berdewam dike û piştre li sala 1358an de, piştî ragihandina xebata aşkira ya PDKÎ, pêwendiyê digel PDKÎ digre û li refên têkoşerên navxweyî de tê rêkxstinkirin û her erkekî ku pê dispartin bi dilsoziyê ve bi rê ve dibir.

Mela Ismaîl wekî birayê pêşmergê PDKÎ û Endamê Rêberatiya PDKÎ, şehîd “Luqman Mêhfer” bi berdewamî di bin givaş û çavedêriya hêzên ewlehî û îtila`atiyên Komara Îslamî de bû û gelik caran tûşî azar û zehmetiyên karbidestên rejîmê bibû lê, bi îrade û xweragirî û baweriya Mela “Ismaîl” bi rêbaza şehîdên salên 46 û 47an û şanazîkirin bi xebata birayê xwe, ew her bi serbilind ma.

Mela “Ismaîl” li nav xelkê deverê de kesekî têgihîştî û rewşenbîr bû, li pirs û pirsgirêkên xelkê deverê de pirs û şêwir digel wî dikirin û ew kesê aştîxwazî, sazan, xêr û başiyê bû, bi taybet di wan deman de ku PDKÎ erkek pê dispart heta alozî û pirsgirêkên xelkê çareser bike, bi xemxwariyê ve pêngawên hewce hildigirt.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dide bi malbat û kesûkarên wî têkoşerê kevnar û xwe bi şirîkê xema wan dizane.