Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevlî karvanê şehîdan bû

13:01 - 6 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û xelkê bajarê Dêwulanê, bi sedema teqeyên hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, tevlî karvanê şehîdan bû.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 11`ê Befranbarê, endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, yê bi navê “Nadir Kerîmî “ kurê “Murad Elî” ê xelkê gundê “Sîs” a ser bi bajarê Dêwulanê, bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, li ser sînorê bajarê Pîranşarê, şehîd bû.

Şehîd Nadir, di dema hatina wî bo herêma Kurdistanê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê rastê boseya Spaha Pasdaran a terorîst tê û tevlî karvanê şehîdan bû.

Navbirî endamekî çalak û dilsojê PDKÎ bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê navbirî, û xwe hevparê xemê wan dizane.